Silava Edîtor,
Di sala 1826an de, roya ku Joseph Nicéphore Niépe ji pencereya xwe, piştî pozeke heşt saetan bi perîşanî fotografa pêşî kişand, herhal texmîn nedikir ku namîne du sed salan wê ro were teknîk rê bide makîneyan ku di sanîyeyan de bi sedan fotograf werin kişandin. Nivîskarekî di sala 1997an de digo ‘’Ebowwwww, di sala 1971an de, tenê li Brîtanya 325,000,000 fotografên rengî hatine çap kirin!’’ jî bêguman nizanibû heta sih-çil salên din dê tenê di Instagramê de, di royekê de ewqas fotograf werin belav kirin. Fotograf, bi vê çapikîya xwe ya nayê zept kirin, ber bi kû ve diçe kes nizane. Ne yên tenê jibo çend forsên fotografîk biavêjin hevalên xwe derdikevin digerin dikarin fikrekê li ser rîya fotografê bêjin, ne yên teorîya fotografan dixwînin û porê serê xwe pê re ‘’reş û sipî’’ dikin dikarin texmînekê li hev bînin. Fotograf jî tenê xwe dizane, ronahîyê dizane û wê kêlîya di xwe de çik kiriye dizane ku li ser siberojê sirekê, şorekê nabêje. flashhilat, dest bi meraqa fotografîyê dike.
filashhilat 1, Sibat 2019.
